Hamasê di daxuyaniyekê de helwesta xwe dubare kir ku her rêkeftinek pêwîstî bi agirbesteke daîmî, vekişîna tam a îşxalkeran ji Xezzeyê, peymanek rasteqîn a pevguhertina girtiyan, destpêkirina proseyeke ciddî ya jinûve avakirina wêraniyên ji ber dagîrkeriyê û rakirina dorpêça nedadperwerane li ser Xezzeyê heye.

Berpirsekî Hamasê diyar kir ku di pêşniyara vê dawiyê ya Misirê de rêkirina xwarin û stargehê di berdêla agirbesteke demkî ya 45 rojan de û azadkirina nîvê girtiyên îşxalker di hefteya yekem a wê heyamê de heye.

Rayedar êvara Duşemê ji televîzyona El Cezîre re got ku di pêşnûmeyê de hat destnîşankirin ku girtiyên sax û mirî piştî 45 rojan werin radestkirin, şertek ji bo dirêjkirina agirbestê û berdewamiya alîkariyê.

Meteorolojî hişyarî da: Talûkeya şilî, mij, qeşa û aşîtê heye! Meteorolojî hişyarî da: Talûkeya şilî, mij, qeşa û aşîtê heye!

Her wiha hat gotin ku heyeta HAMASê matmayî maye ji ber ku di pêşnûmeya ku Misirê pêşkêşî kiriye de bi awayekî eşkere bendek têkildarî bêçekkirina berxwedanê heye.

Rayedar got, "Misrê ji me re got ku ji bo ku şer bi dawî bibe divê bêçekkirina berxwedanê were gotûbêjkirin. Me ji wan re got ku bêçekkirina berxwedanê bi tevahî nayê qebûlkirin, ev mafekî bingehîn ê gelê Filistînê ye û ji nîqaşê re vekirî nîne."

Kaynak: İLKHA