Hat îfadekirin ku Orta Behra Reş (Xeyn ji Çorimê), rojhilata Anadolîya Rojhilat û derdorê Sînop, Sêwas, Artvîn û Sêrtê baran tesîrdar be. Li alîyên cîhên bilind ên rojhilata Anadolîya Rojhilat jî bi tevî berfê baran bibare.
Yên ku divê mirov diqet bike
Di seatên serê sibeh û êvarê de li başûr û rojhilata Marmarayê, Rojavaya Behra Reş, Anadolîya Navîn û rojavaya Anadolîya Rojhilat hewa wê bi mijdar be.
Dibe ku li herêmên rojhilat û navîn cemed û qeşa çêbibe.
Telûkeya aşîtê ya li alîyê Rojhilata Behra Reş û Anadolîya Rojhilat hêj berdewam dike.
Tê texmînkirin ku germahîya hewayê li giştîyê welat zêde bibe.
Hişyarîya qeşaya zîreatê
Ji bo alîyê Rojhilata Navîn û alîyên bakur û rojhilata Anadolîya Rojhilatê rîska qeşaya zîreatê heye. Divê bi taybetî cotkar haydar bin.