KURDÎ

Li Rihayê qezaya zîncîrî pêk hat: Birîndarek

Li navçeya Xelîlîya Rihayê sê wesayît li hev qelibîn, di encama qezayê de kesekî birîndar bû.

Li Rihayê qezaya zîncîrî pêk hat: Birîndarek

Qeza, li ser rêya Maşûqê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, ji ber sedemeke ku hêj nedîyare sê wesayît li hev qelibîn.

Li ser xeberdayîna mirovên derdorê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî, polês û îtfaîyeyê hatin sewqkirin.

Hat destnîşankirin ku di qezayê de mirovekî birîndar bû.

Mirovê birîndar bi ambûlansan ji nexweşxaneyê re hat rakirin.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin.