Çavkanîyên herêmî, diyar kirin ku Hamdan Îmad Kaşta li Refahê bi guleyên îşxalkeran giran birîndar bû û dûre şehîd ket.
Ofîsa Medyaya Hikûmeta Xezzeyê, doh daxuyand ku ji 19ê Çileyê vir ve ku destpêka agirbestê ye li Xezzeyê 137 Filistînî hatine şehîdkirin, ji van jî 52 kesên wan li Refahê hatine şehîdkirin.
Ofîs di daxuyanîya xwe de weha got, “Îşxalkeran di nav deh rojên dawîn de sûcên xwe yên li dijî gelê me û îxlalkirina peymana agirbestê bi qestî zêde kirîye. Îxlala herî dawîn jî li Çarrêya Kuweytê pênc kes hatibûn şehîdkirin in, ji van jî du ciwan bi ÎHAyê hatibûn şehîdkirin.”