KURDÎ

Li Qonyeyê zarokek 16 salî, bavê xwe kuşt

Li navçeya Akşehîra Qonyeyê, zarokek 16 salî, bi tivingê bavê xwe kuşt.

Li Qonyeyê zarokek 16 salî, bavê xwe kuşt

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin bûyer li Taxa Reîsa navçeya Akşehîrê pêk hatîye.

Di navbera Î.O.yê 16 salî û bavê wî O.O.yê 41 salî de ji ber sedemeke ku hêj nediyare nîqaş derket.

Li ser mezinbûna niqaşê Î.O. bi tivinga malê gule li bavê xwe reşand.

Li ser xeberdayîna cîranan ji cîhê bûyerê re ekîbên tenduristî û cendermeyê hatin sewqkirin. Ekîbên ku hatin cîhê bûyerê destnîşan kirin ku O.O. li cîhê bûyerê canê xwe ji dest daye.

Cenazeya bavê ji Nexweşxaneya Dewlet a Akşehîrê re hat rakirin û Î.O.yê 16 salî jî hat binçavkirin û ji ewlîyeyê re hat sewqkirin.

Derheqê bûyerê de tehqîqat hat destpêkirin.