KURDÎ

Li Nîjeryayê êrîş li baregeha leşkerî hat kirin: 27 leşker mirin

Di êrîşa li dijî baregeheke leşkerî ya li wîlayeta Borno ya li bakurê rojhilatê Nîjeryayê de 27 leşker canê xwe ji dest dan û gelek leşker jî birîndar bûn.

Artêşa Nîjeryayê ragihand ku endamên Boko Haram li wîlayeta Bornoyê li dijî baregeheke leşkerî êrîşeke xwekujî pêk anîn.

Hat diyarkirin ku di êrîşê de 27 leşkeran canê xwe ji dest dane û gelek leşker jî birîndar bûne.

Ji ber êrîş û pevçûnên li welat bi sed hezaran kes mecbûr mane koç bikin.