KURDÎ

Li Mêrdînê cîp û motorbisiqletek li hev qelibîn: 2 birîndar

Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê cîpek û motorbisiqletek li hev qelibîn, di encamê de 2 kes birîndar bûn.

Qeza, doh di seat 20.30yan de li alîyê tesîsa Kartellera ku li ser Ceddeya Tandogana Taxa 8ê Adarê ye pêk hat.

Hat îfadekirin ku nasname û plaqeyên wesayîtan nehatin bidestxistin û li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî û polês hatin sewqkirin.

Mirovên birîndar piştî midexeleyên ewil ji Nexweşxaneya Dewlet a Nisêbînê re hatin rakirin.

Hat îfadekirin motorbisiqleta ku di qezayê de zerarê dîtibû bi wesayîta kaşkaşokê ji herêmê hat birin.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin.