Qeza li Taxa Axilyazi ya navçeya Battalgaziyê pêk hat. Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin motora tevrikê ya Orhan Acarê ku dixwest ji rêya hesinê derbas bibe li trêna barhilgir a bi hejmara D33003 ya ku ji Meletîyê diçû Elezîzê qelibî.

Li ser agahdarkirinê ekîbên tenduristiyê, îtfaiye, AFAD, UMKE û cendirme hatin sewqkirin herêmê. Leyla Acar li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da, ajokar Orhan Acar û zarokên wî Esma û Muaz Acar birîndar bûn.

Wezîrê Karên Derve Fîdan, bi hevtayê xwe yê Rûs Lavrov re hevdîtin kir Wezîrê Karên Derve Fîdan, bi hevtayê xwe yê Rûs Lavrov re hevdîtin kir

Birîndar bi ambûlansê hatin rakirin nexweşxaneyê. Ji zarokên birîndar Esma û Muaz Acar ên ku rewşa wan giran bû, tevî hemû mudaxeleya bijîşkan nehatin rizgarkirin û jiyana xwe ji dest dan.

Tedawiya Bav Orhan Acar li nexweşxaneyê didome. Der barê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.