Serokatiya Meclisa Wezîran a Lubnanê ragihand ku ji 8ê Cotmeha 2023an vir va ku êrişên îşxalkerên siyonîst ên li dijî Lubnanê dest pê kirin heta niha milyonek û 862 hezar û 790 kes ji cih û warên xwe bûne.

Hejmara kesên ku li nav welêt ji cih û warên xwe bûn gihîşt milyonek û 237 hezar û 892 kesan, ji wan 190 hezar û 102 kes li navendên ku ji aliyê hikûmetê ve hatine vekirin û milyonek û 47 hezar û 790 kes jî li derveyî stargehan bûn.

Ji 23ê Îlonê ve ku êrîşên rejîma îşxalker zêde bûn, 624 hezar û 898 kes ku 390 hezar û 656 ji wan Sûriyeyî û 234 hezar û 242 welatiyên Lubnanî ne, ji Lubnanê derbasî xaka Sûriyê bûne.

Wezîrê Karên Derve Fîdan, bi hevtayê xwe yê Rûs Lavrov re hevdîtin kir Wezîrê Karên Derve Fîdan, bi hevtayê xwe yê Rûs Lavrov re hevdîtin kir

Hate ragihandin ku artêşa îşxalker nêzî 13 hezar û 976 êrîşên hewayî birin ser Lubnanê.

Kaynak: İLKHA