KURDÎ

Li Maliyê li ber leşker û sîwîlan kemîn hat danîn: 50 mirî

Hat ragihandin li bakurrojhilatê Malîyê kesên nasnameya wan nediyar kemîn li ber sîwîlên ku leşker jî bi wan re bûn danîn.

Karwana ku di bin parastina leşkeran de bû dema ku ji gundê Kobeyê derbas dibû kesên nasnameya wan nediyar bi çekan êrîşî sîwîlan kirin.

Di encama êrîşê de 50 kes canê xwe ji dest dan.