Fîras El Abyad diyar kir ku li gorî daneyên wezaretê di du rojên dawîn de hejmara şehîdan derket 32yan û hejmara birîndaran jî bi hezaran e.
Siyonîstên îşxalker roja sêşemê di encama êrişa sîberî de pêşî cîhazên ragihandinê ku Hizbullah û komên din ên berxwedanê li Libnanê bikar tînin teqandin û piştre jî bi êrişeke bi vî rengî roja çarşemê ji dûr ve bêtêlan teqandin.
Hat diyarkirin ku heta niha 32 kes şehîd bûne, hejmara birîndaran jî 3 hezarî derbas bûye.
Tê texmînkirin ku berî ku bigihêje Libnanê ji aliyê îstixbarata siyonîst a îşxalker ve di nav alavên navborî de teqemenî hatine bi cih kirin û bataryayên amûran ji dûr ve hatine zêde germkirin û teqemenî hatine aktîfkirin.
Hîzbullah destnîşan kir ku îşxalkeran bi tevahî ji êrîşan berpirsyar e û diyar kir ku ew ê bersiva êrîşan bidin.