Serokatîya Malbat û Pîrekan a HUDA PARê bi munasebeta Roja Zarokên Şehîd ê Cîhanê ya 23ê Kanûnê de daxuyanî da.
Endama Civata Îdareya Giştî ya HUDA PARê Esra Dûyû di daxuyanîyê de got, “Em di vê roja zarokên şehîd ên dinyayê de Rîmê û Kalê wê yad dikin. Em zalimên ku însanên herê bêgunehe qetil dikin lanet dikin.”
Dûyû, “Ji 7ê meha Cotmeha Sala 2023an vir ve li Xezzeyê êrîşên îsraîlê dewam dikin. Di van êrîşan de ji sedî 70 zarok û pîrek hatine şehîdkirin. Di van êrîşan de zêdeyî 16 hezar zarokên bê parastin û bêguneh hatine qetilkirin. Bi deh hezaran zarok jî birîndar bûne. Zarokên ku li dinyayê mane jî, hertim bi mirinê re rûbirû ne û bi tesîra bombayan rihê wan xera bûne.”
Esra Dûyûyê got, ji civaka navnetewî hinek welat û sazî jî şirikî vê qirkirinê ne. Qismek jî tenê temaşe dikin: “Îroj roja li hemberderketina van mirinan e. Herkesên divê kesên xwedî wîcdan li hember van qetlîamên zarokan derkevin, dengên xwe bilind bikin. Qetilkirina her zarokekî windakirina her hêvîyekê ye.”
Dûyûyê got, ev salek ku qirkirina li ser Xezzeyê dewam dike û bang li alema îslamê kir:
“Pito û pitik û dergûşên di kefenan de ne, li pey hevdu hatine rêzkirin. Bi navên zarokên ku hatine qetilkirin, seqet mane, ji birçîbûnê mecala wan qût bûne. Zarokên pêxas, sivîlên bêguneh û pîrek, darên ku hatine jêkirin û ji bo hurmetên hatine îxlalkirin divê alema Îslamê têkeve nav tevger û hereketê.”
Dûyûyê herwiha got, divê alema Îslamê bibin yek perçe û weha dawî li daxuyanîyê anît:
“Heta ku dor nehatîye welatên wan, divê êdî meddetê ji alema xerbê nexwezin. Li hember vê sîstema kedxwariyê tenê sîstemek adîl maye ew jî sîstema însanî ya Îslamî ye.”