KURDÎ

Li Hîndistanê otobûs qeza kir: 6 mirî, 40 birîndar

Li bajara Mumbaîya Hîndistanê şofêrê otobûsê hakimîyeta dîreksîyonê winda kir û otobûs li gelek wesayît û peyayan qelibî. Di encama qezayê de 6 kes mirin, ji 40 zêdetir mirov jî birîndar bûn.

Li Hîndistanê otobûs qeza kir: 6 mirî, 40 birîndar

Qeza, li gorî seatên Tirkîyeyê di seatên şevê de li herêma Ambedkar Nagarê pêk hat. Otobûsa ku di karên raya giştî de dihat şixulandin, li gelek wesayît û peyayan qelibî.

Di encama qezayê de li gorî diyarîyên ewil 6 kesan canê xwe ji dest dan, ji 40î zêdetir mirov jî birîndar bûn.

Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re gelek ekîbên tenduristî û xelaskirinê hatin sewqkirin.

Hat destnîşankirin ku mirovên birîndar bi ambûlansan ji nexweşxaneyan re hatin rakirin û rewşa hinek birîndaran giran in.

Tê endîşekirin ku hejmarê mirîyan zêde bibe. Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin.