KURDÎ

Li Hewlêrê di mezinahîya 4,8an de erdhejek pêk hat: Li bakur jî hat hîskirin

Li Hewlêra Herêma Kurdistanê di mezinahîya 4,8an de erdhejek pêk hat, erdheja ku pêk hat li Colemêrg, Bêdlîs û Şirnexê jî hat hîskirin.

Hat îfadekirin ku erdheja ku pêk hat 7 kîlometre di bin erdê de pêk hatîye û di encamê de Colemêrg, Bêdlîs û navçeyên Qilaban û Cizîra Şirnexê jî erd lerizîye.

Li gorî agahîyan li hinek gundên girêdayê Gevera Colemêrgê di dîwarên xanîyan de teqîn çêbûne.

Welatîyên herêmê li ber malên xwe agir pêxistin û şeva xwe li derve derbas kirin.