KURDÎ

Li Enqereyê qezaya trafîkê: 2 mirî

Li Enqereyê, 2 mirovên ku wesayîta xwe ya qeza kiribû kontrol dikirin, ji ber ku wesayîtekî dinê li wan qelibî canê xwe ji dest dan.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, wesayîtekî li alîyê Kayaşa ser rêya Enqere-Semsûnê li refûjê qelibî.

T.D. û A.E.yên ku di nav wesayîtê de bûn, ji bona ku wesayîtê kontrol bikin ji wesayîtên xwe derketin û di wê demê de wesayîtekî dinê li wan qelibî.

Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî, polês û îtfaîyeyê hatin sewqkirin.

Di encama qezayê de T.D. û A.E. canê xwe ji dest dan.

Polês, derheqê qezayê de tehqîqat da destpêkirin.