KURDÎ

Li Egeyê di nav 9 rojan de 754 erdhej pêk hatin

Li gorî daneyên AFADê, ji 26ê Çileyê vir ve li Behra Egeyê 754 erdhej pêk hatin. Erdheja herî mezin jî di mezinahîya 4,9an de çêbû û piranîya erdhejan li bakurrojhilata Girava Santorînîyê pêk hat.

Behra Egeyê, bi erdhejên ku di rojên dawîn de pêk hatine dihejike. Li gorî daneyên AFADê li Behra Egeyê 754 erdhej pêk hatin.

Pisporan erdhejên ku pêk têne wek “bahoza erdhejê” dinirxînin û ji aktîvîteyekî re balan dikşînin. Di vê pêvajoyê de erdheja herî mezin jî di mezinahîya 4,9an de çêbû. Piranîya erdhejan 25 kîlometre li bakurrojhilata Girava Santorînîyê pêk têne û kûrahîya wan jî di navbera 5 û 25 kîlometreyan de diguhere.

Rayedaran, destnîşan kirin dibe ku tevgera sîsmîkê berdewam bike.