KURDÎ

Li Amasyayê di mezinahîya 3,3yan de erdhej

Li navçeya Goynuceka Amasyayê di mezinahîya 3,3yan de erdhej pêk hat.

Rasatxaneya Kandîllîyê diyar kir ku li navçeya Goynuceka Amasyayê di mezinahîya 3,3yan de erdhej hat qeydkirin.

Hat îfadekirin ku erdhej 6 kîlometre di bin erdê de pêk hatîye.

Ji teref Walîtîya Amasyayê ve daxuyanîyek hat belavkirin û di daxuyanîyê de destnîşan kir ku piştî erdhejê bûyerek xerab çênebû.