Balafira rêwîyan a aîdê fîrmaya Jeju Airê ku ji bajara Bangkoka Taylandê firîyabû, li Koreya Başûr ji pîstê derket û li dîwar qelibî.
Ekîbên îtfaîyeyê destnîşan kirin ku balafir di dema daketinê de kontrola xwe winda kir û li çîta ku derdorê balafirgehê dipêçand qelibî.
Di balafira ku 175 rêwî û 6 wezîfedar hebûn de li gorî diyarîyên ewil 179 kesan canê xwe ji dest dan.
Hikûmeta Koreya Başûr, di 4ê Çileyê de şîna netewî îlan kir.
Li gorî diyarîyên ewil tê destnîşankirin ku sedema qezaya balafirê xerabûnekî di parçeyên daketinê de bûye.
Wezareta Ragihandina Koreya Başûr, berîya qezayê ji balafirê re hişyarîya kevokan hatîye dayîn.
Ekîban diyar kirin ku di beşeke mezin de şewat derketîye û bi midexeleyê ew şewat hatîye vemirandin, rêwîyek û personelek tenê ji qezayê sax filitîne.
Hat diyarkirin ku ji 181 mirovan 179 kesan canê xwe ji dest dane.
Hat ragihandin ku ji bo sedema qezayê ya kesin bê encamkirin tehqîqat hatîye destpêkirin.