KURDÎ

Keleka ku koçber di nav de bûn bin av bû: 5 mirin, 25 kes hatin xelaskirin

Li navçeya Ayvacika Çeneqeleyê bota lastîk ku koçber di nav de bûn bin av bû. Li gorî diyarîyên ewil di bûyerê de 5 kesan canê xwe ji dest dan, 25 kes jî hatin xelaskirin.

Keleka ku koçber di nav de bûn bin av bû: 5 mirin, 25 kes hatin xelaskirin

Bota lastîkî ku koçber di nav de bûn li peravên Ayvacika Çeneqqeleyê bin av bû. Ekîbên Fermandarîya Koma Egeye Bakur a Ewlehîya Sehlê, li ser îxbarê ji herêmê re hatin sewqkirin.

Ekîbên ku gihaştin herêmê, 25 kesan xelas kirin. Encax li gorî diyarîyên ewil 5 kes mirine, koçberên ku hatin xelaskirin, piştî midexeleya ewil a tenduristîyê ji nexweşxaneyên Balikesîr û Çeneqqeleyê re hatin sewqkirin.

Ekîbên ewlehîya sehlê di nav behrê de hêna jî xebatên lêgerînê didomînin.