Karwana Hêvîyê ya Komeleya Diyarbekirê, ji bo xwendekarên muxtacin xebatên alîkariyê li dar dixe, xwendekarên ku wê di sala nû ya perwerdehiyê de dest bi dersê bikin jî ji bîr nekir.

Wezîrê Karên Derve Fîdan, bi hevtayê xwe yê Rûs Lavrov re hevdîtin kir Wezîrê Karên Derve Fîdan, bi hevtayê xwe yê Rûs Lavrov re hevdîtin kir

Alikarê Serokê Karwana Hêvîyê ya Komeleya Diyarbekirê Abdurrahîm Karadenîz der barê xebatên alîkariyê yên qirtasiyeyê de daxuyanî da û teşekkur li kesên ku piştgirîyê didin wan kir.

Karadenîz wisa peyivî, “Emê alikarîyê li malbatên muxtac ku li cem me qeydkirîne dikin. Emê îro alikariyê 250 xwendekaran bikin û hefteya were jî emê alikariyên xwe bidomînin. Em bi alikarîya xwerxwazên xwe van xebatan dikin. Em teşekkur li wan kesên ku alikarên me ne dikin.”