Ji teref walîtî û qeymeqamtîyan ve hatin daxuyandin ku li bajar û navçeyan perwerdehî ji bo rojekî hatine rawestandin.
Walîtîyên Sêrt, Semsûn, Gîresûn, Zonguldax, Bartin, Sînop, Ordû, Rîze, Trabzon, Artvîn û Amasyayê daxuyandin ku ji ber berfa ku tesîra xwe hêj zêde dike di 24ê Sibatê roja Duşemê de ji perwerdehîyê re ji bo rojekî navber hatîye dayîn.
Qeymeqamtîyên navçeya Înebolûya Qastamonû, Kanî Reşa Çewlig, Eflana Karabûk û Torula Gîresûnê jî daxuyandin ku ji ber şert û mercên rewşa xerab a hewayê ji perwerdehîyê re ji bo rojekî navber hatîye dayîn.
Kaynak: İLKHA