KURDÎ

Îşxalkeran li Qudsê ciwanekî revandin

Ciwanekî ku li Navenda El Şîfa Tip a li Kefr Akaba Qudsê dixebitîya, ji teref yekîneya taybet ê sîyonîstan (Musta’rîbûn) ku cil û bergên wan wek sîvîlan in ve hat revandin.

Îşxalkeran li Qudsê ciwanekî revandin

Çavkanîyên herêmî destnîşan kiri ku yekîneyekî ajanên sîyonîst avêtin ser Navenda Tip a El-Şîfayê û di encamê de Mecdî Kahuşê ji nav tesîsê revandin.

Artêşa îşxalker û şênîyên sîyonîst, ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve li Quds û Şerîaya Rojavayê êrîşên xwe zêde kir. Li gorî daneyên fermî yên Filistînê, ev zêdebûna êrîşan bû sedema şehîdbûna herî kêm 930 Filistînîyan, birîndarbûna 7 hezar Filistînîyan û êsîrbûna 14 hezar û 500 Filistînîyan.

Rejima îşxalekr ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve bi desteka Emrîkayê li Xezzeyê qirkirinê bikartîne, piranîya wan zarok û pîrek 160 hezar Filistînîyan şehîd bûn an jî birîndar bûn, ji 14 hezarî zêdetir mirov jî winda ne.