KURDÎ

Îşxalkeran êrîşî Şerîaya Rojavayê kirin

Sîyonîstên îşxalker, êrîşî bajarokên Nablus û Kabatîyeya Şerîaya Rojavayê kir. Di encama êrîşa ku di nav 48 seatî de hat lidarxistin de gelek Filistînî hatin desteserkirin.

Îşxalkeran êrîşî Şerîaya Rojavayê kirin

Hat îfadekirin ku di heman demê de li cîhên cuda yên Şerîaya Rojavayê jî êrîş hatine lidarxistin.

Hat ragihandin ku sîyonîstên îşxalker piştî 48 seatan ji Kabatîyeya başûrê Cenînê vekişîyan. Çavkanîyên mehellî diyar kirin ku hêzên terorîstan li herêmê xerabûn û wêranîyekî mezin hiştin.

Di daxuyanîya ku ji teref Şaredarîya Kabatîyeyê hat lidarxistin de, hat destnîşankirin ku di dema êrîşan de binesazî, ceryan, av û xetên telefonê hatine wêrankirin, bi sedan dikan jî zerarê dîtin.

Li gotî çavkanîyên tenduristîyê, di êrîşa li Kabatîyeyê de du Filistînî birîndar bûn. Hat îfadekirin ku rewşa birîndarekî giran e.