KURDÎ

Îranê ji êrîşên rejima îşxalker a li Sûrîyeyê re bertek nîşan da

Îran, êrîşên curbecur ên rejima îşxalker a li ser herêmên cuda yên Sûrîyeyê bi tundî şermezar kir.

Îranê ji êrîşên rejima îşxalker a li Sûrîyeyê re bertek nîşan da

Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Îranê Îsmaîl Beqayî, derheqê meseleyê de bi niviskî daxuyanîyek da, di daxuyanîyê de îfade kir ku ew êrîşên li dijî sîvîlan û binesazîya sîvîlan “bi tundî şermezar dikin”

Beqayî bal kişand ku divê rûmet, serbixwetîya netewî û yekîtîya axên Sûrîyeyê bên parastin, bi taybetî divê di warê Teşkîlata Hevkarîya Îslamî de tedbîr bêne standin.

Beqayî, îfade kir ku divê ji bona ku êrîşdarîya rejima îşxalker a herêmî û qirkirina wî ya li Filistînê bê sekinandin gav bê avêtin.

Rejima îşxalker êrîşî Balafirgeha Hamayê û derdorên wî kir. di heman demê d êrîşên çend cîhên stratejîk ên dinê jî kiribûn.