Êrîşên artêşa qaşo yê rejîma îşxalker a li ser Libnanê hem ji hewayê hem jî ji bejahîyê berdewam dike, Hîzbullahê jî operasyonên xwe didomîne.

Hîzbullah, ji Naharîyayê re bi roketan operasyon li dar xist, di encamê de 2 îşxalker mirin.

Leşkerekî sîyonîst ê di 7ê cotmehê de ji tanka wî hatibû girtin canê xwe ji dest da Leşkerekî sîyonîst ê di 7ê cotmehê de ji tanka wî hatibû girtin canê xwe ji dest da

Xeyn ji vê operasyonê li gorî xeberên ku di çapemenîya îşxalê de derbas dibe, artêşa qaşo yê rejîma îşxalker di êrîşên xwe yên bejahî ya li dijî başûrê Libnanê de derbasî merhaleya duyemîn bûye.

Di xebera ku li rojnameya Maarîvê derbas bûye de weha hat gotin, “Artêş, li başûrê Libnanê di êrîşên bejahîyê de dest bi merhaleya duyemîn kir û Tûmena 36emîn jî li alîyê xeta parastina duyemîn a Hîzbullahê dest bi menewrayê kir.”

Xeber weha berdewam kir, “armanca merhaleya duyemîn eve ku bila di çareserîya li Libnanê de derheqê mizakereyan de di her warî de ji Hîzbullahê re zext bê kirin.”

Kaynak: İLKHA