Qeza, bi şev li navçeya Saraykoyê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin otobusa rêwîyan ji paş ve li qamyona ku li pêş xwe diçû qelibî.

Ji ber tesîra qezayê xisareke mezin li aliyê rastê yê otobusa rêwîyan rû da.

Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî, cenderme û îtfaîyeyê hatin sewqkirin.

Li gor zanyarîyên destpêkê di qezayê de kesekî mir û 3 jê giran 20 kes jî birîndar bûn.

Li Libnanê rejîma îşxalker digel agirbestê dîsa dest bi êrîşan kir Li Libnanê rejîma îşxalker digel agirbestê dîsa dest bi êrîşan kir

Mirovên birîndar piştî midexeleya ewil li cihê bûyerê rakirin nexweşxaneyên derdorê.

Piştî qezayê rêya ber bi Saraykoyê ve demekê li trafîkê hat girtin.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin.

Kaynak: İLKHA