Di daxuyaniya nivîskî ya artêşa îşxalker de hat diyarkirin ku li dijî Lubnanê êrîş pêk hatine.
Rejîma îşxalker doh danê êvarê êrîşên hewayî birin ser hinek herêmên başûrê Lubnanê.
Hejmara îxlalkirina îşxalkeran ku di encamê de 2 kesan canê xwe ji dest dan û 6 kes jî birîndar bûn, ji roja ku agirbest di 27ê Mijdarê de ket meriyetê, derket 73an.
Di roja 6emîn a agirbestê de, di encama êrîşên artêşa îşxalker ên li Mecaiyûn û Nebatiye yên li başûrê Lubnanê de, 2 kes ku di nav wan de rayedarekî hikûmetê jî hebû, canê xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn.
Hizbullahê piştî ku peymana agirbestê ket meriyetê, cara ewil leşkerên îşxalker hedef girt û bal kişand ser îxlalkirina agirbestê ya ji teref sîyonîstên îşxalker ve hatîye kirin.
Hîzbullahê li herêma Ruveyset el-Alem a girêdayî Girê Kefr Şûba ya ku dagir kiribû operasyon li dar xist.
https://ilkha.com/kurdi/cihan/li-libnanê-rejîma-îsxalker-digel-agirbestê-dîsa-dest-bi-êrîsan-kir-430622