KURDÎ

Hejmarê mirîyên li Vanuatuyê di erdhejê de miribûn derket 14 kesan

Li welatê Vanuatuya ku yek ji welatên girav a Pasîfîkê ye di mezinahîya 7,3yan de erdhejek pêk hatibû, herjmarê mirîyan zêde dibe.

Rayedara Federasyona Komeleyên Hîva Sor û Xaça Sor a Navneteweyî Katie Greenwood, derheqê meseleyê de li ser hîsaba xwe ya medyaya civakî daxuyanîyek da.

Greenwood di daxuyanîya xwe de îfade kir ku xebatên lêgerîn û xelaskirinê hêj berdewam dikin, di erdhejê de hejmarê mirîyan derket 14 kesan, ji 200î zêdetir mirov jî hatin tedawîkirin.