HAMASê, bal kişandin ku divê ji bo parastina berxwêderan û şikandina dorpêçê gel û komên berxwedanê seferberîyên xwe bidomînin.
HAMASê weha got, “Operasyonên hêzên Bireveberîya Filistînê ku ev bû 8 roj e li Cenînê didomîne, şopandina berxwedêran û pevçûna bi wan re sûcekî netewî ye. Ev rewş, hewce dike ku ji bo parastina berxwêderan û şikandina dorpêçê gel û komên berxwedanê seferberîyên xwe bidomînin.”
Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku domandina operasyonên ewlehîyê ya bireveberîyê, gelê Filistînê ji hemû bangên sekinandina operasyonên û parastina berxwedêran re xwe kerr kirine. HAMASê destnîşan kir ku berxwedan ji bo gelê Filistînê, li hember sûcên îşxalkerên ku ax û nirxên Filistînîyan îşxal dikin mertalekî saxlem e.
HAMASê, bang li hemû komên berxwedanê kir ku ji bo sekinandina van operasyonan seferîyekî bidin destpêkirin û li hember van operasyonan bisekinin.
Xeyn ji vê bangê hat îfadekirin ku gelê bila pişta hev bigrin û çek û guleyên xwe tenê ji îşxalkeran re vegerînin.