Karwan Hêvîyê ku ji 7ê Cotmeha sala 2023yan vir ve alîkarîyên xwe bênavber didomîne, li Xezzeyê ji bo mezlumên ku di bin rewşekî xerab de ne solan belav bike dest bi kar kir.

Bi dehhezaran cot solên ku li îmalatxaneya li nêzê Derîyê Sînora Refaha Misirê hatibûn çêkirin barê tiran kir û xist nav Xezzeyê.

Sekreterê Giştî yê Karwana Hêvîyê Mehmet Nurullah Gunaydin derheqê fealîyetê de axivî û weha got, “Malumê we ye ku, berîya du mehan me ji bo xûşk û birayên xwe yên Filistînî banga solan kiribû. Hemd ji Xwedê re, îro 16ê Kanûnê, li bajara 10 Remezana Misirê ne. Ez cardin bang li xêrxwazên xwe dikim bexşên ku ew dikin gelek muhîm in. Ji we hemûyan re teşekkur dikim, Xwedê xêra we qebûl bike.”

Kedxwarên sîyonîst êrîşî Mescîdî Eqsayê kirin Kedxwarên sîyonîst êrîşî Mescîdî Eqsayê kirin

Karwana Hêvîyê ku ji destpêka êrîşên rejîma sîyonîstan vir ve xebatên xwe yên alîkarîyê didomîne, bi tevî desteka xêrxwazan bênavber xebatên xwe didomîne.

Kaynak: İLKHA