KURDÎ

Hejmara şehîdên li Xezzeyê derket 45 hezar û 317an

Di qirkirina ku li Xezzeyê hat kirin de hejmara şehîdan derket 45 hezar û 317an û hejmara birîndaran jî derket 107 hezar û 713an.

Wezareta Tenduristîyê ya Xezzeyê der barê hejmara şehîd û birîndarên li Xezzeyê yên di êrîşên siyonîstên îşxalker ku di roja 444emîn de berdewam dike de agahî da.

Li gorî vê yekê rejîma îşxalker di qetlîamên 24 saetên dawîn de 58 sîvîlan şehîd kirin û 86 kesan jî birîndar kirin.

Wezaretê destnîşan kir ku ji 7ê Cotmehê vir ve li Xezzeyê hejmara şehîdan derket 45 hezar û 317an û hejmara birîndaran jî derket 107 hezar û 713an.