KURDÎ

HAMAS: Îhlalkirinên hovane li dijî êsîrên Filistînî hatin kirin

HAMASê diyar kir ku di girtîgehên rejîma sîyonîst de li dijî êsîrên Filistînî îhlalkirinên hovane tên kirin û ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî (NY) xwest ku bi lez û bez mideheleyê bikin.

HAMASê derheqê diyarîyên ku îhlalkirinên hovane li dijî girtîyên Filistînî li girtîgehên rejîma sîyonîst hatin kirin de weha got: "Ev rastîya ku gelek êsîrên qehreman ên ji girtîgehên rejîma îşxalker ji ber muameleya xerab û îşkenceya ku li wan dihat kirin, ji bo dermankirina hatine rakirin nexweşxaneyan, îspata xerabîya ku li wan tê kirin e.”

Di daxuyanîyê de bang li civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî hat kirin ku bi lez û bez mudaxele bikin û weha hat gotin: "Îhlalkirinên hovane yên ku li girtîgehên îsraîlê li dijî êsîrên Filistînî tên kirin sûcê şer e. Divê civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî bi lez û bez mudaxeleyî wan bikin û ji sûcdaran hesab bê xwestin."

Di daxuyanîyê de hat ragihandin ku HAMAS wê berxwedana xwe ya bi komên berxwedêr ên Filistînê re bidomîne û heta ku armancên gelê Filistînê yên ji bo azadî û serxwebûnê pêk were wê berxwedan bidome.