Euro

37,0439

Dolar

34,2292

Altın

3.019,76

haberler
KURDÎ

Parlamenterê HUDA PARê Dînç: Divê Tirkîye û welatên Îslamê yên dinê hevkarîyê bikin û li hember êrîşên muhtemel tedbîran bigrin!

Parlamenterê Mêrsînê yê HUDA PARê Faruk Dînç, di daxuyanîya ku li Meclîsê kir de weha got, “Divê Tirkîye û welatên Îslamê yên dinê hevkarîya qewetê bikin û di demeke kurt de sîstemên xwe yên parastinê pêşve bibin, li hember êrîşên muhtemel jî tedbîran bigrin. Bersiva herî baş a li hember sûîqestên rejîma îşxalker bêne dayîn gihandina qewetên xwe yên sîyasî, leşkerî û aborî ye.”
  • Ekleme: 09.08.2024 14:32 Güncelleme: 09.08.2024 14:32
Ahmet Bilal Damar
Parlamenterê HUDA PARê Dînç: Divê Tirkîye û welatên Îslamê yên dinê hevkarîyê bikin û li hember êrîşên muhtemel tedbîran bigrin!

Alîkarê Serokê Giştî û Parlementerê Mêrsînê yê HUDA PARê  Farûk Dînç di Meclîsê de rojevê nirxand. Dînç behsa şehadeta Îsmaîl Henîyye kir û li dijî emperyalîstan banga yekîtiyê kir.

Farûk Dînç weha got: “Rejîma îşxalker, bi desteka Emrîqa û welatên xerbê yên muttefîk di heman şevê de li Îranê,  Libnanê, Sûriye û Iraqê êrîşên terorî lidarxistin û tu ewlehîya herêmê nedan berçavên xwe. Careka din dan nîşandan ku herêma Îslamê ne di ewlehiyê de ye. Dixwazin alema îslamê berbiherbê ve bikşînin. Lazim e ku Tirkiye di vî warî de ewlehiya xwe temîn bike û têkeve nava tedbîr û hereketan.”

Dînç weha dewam kir: “Sîyonîst dixwazin ku bi baregehên xwe çavdêriya herêmê bikin. Bi xusûs tê zanîn ku siyonîst li ser Kibrisa Bakur çavdêriya herêma me dike. Em bang dikin ku bila alema Îslamê li dijî welatên emperyalîst û îşxalkeran bibin yek.  Tedbîran bistînin û li dijî wan bi hevparî hereket bikin.”

Son Eklenenler

Çok Okunanlar

Çerez Politikası

Veri politikasındaki amaçlarla sınırlı ve mevzuata uygun şekilde çerez konumlandırmaktayız. Detaylar için "çerez politikasını" inceleyebilirsiniz.