37,0455
34,2396
3.012,96
FARUK DİNÇ haberleri sayfasında FARUK DİNÇ hakkında son dakika haberler ve güncel bilgiler bulunmaktadır.
Serokê Polîtîkayên Ciwanî û Parlamenterê Mêrsînê yê HUDA PARê Faruk Dînç, di Meclîsê de ji bo axavtinê destûr xwest û bal kişand ku medyaya civakî hewceye ku bibe amûrê ragihandinê; lê ew ji navenda hilberîna jehrê ya ku rêderketî û satanîstan di nav de digerin re vegerîyaye.
Serokatîya Bajarê Mêrsînê yê HUDA PARê, bi armanca bal kişandina li ser gotina malbatê ya di nav civakê de û ehemmîyeta wî ya di warê dînî de, di Baxçeya Gel de bi beşdarbûna Parlamenterê Mêrsînê yê HUDA PARê Faruk Dînç, bernameyeke parqê ku gelek mirov beşdarî bûn tertîp kir.
Parlamenterê Mêrsînê yê HUDA PAR Faruk Dînç, di civîna çapemenîyê ya ku li Meclîsê li dar xist de weha got, “Rejîmên herêmê yên ku ji bo menfaetên xwe yên netewî ev bû 10 meh e qirkirina ku tê kirin nabînin, sibe ew ê berdêla vêya bi êrîşbûna ji welatên wan re bidin. Ger ku rejîma terorê û alîgirên wî îro neynê sekinandin ew ê sibe ji bo herêmê gelek dereng be.”
Parlamenterê Mêrsînê yê HUDA PARê Faruk Dînç, di daxuyanîya ku li Meclîsê kir de weha got, “Divê Tirkîye û welatên Îslamê yên dinê hevkarîya qewetê bikin û di demeke kurt de sîstemên xwe yên parastinê pêşve bibin, li hember êrîşên muhtemel jî tedbîran bigrin. Bersiva herî baş a li hember sûîqestên rejîma îşxalker bêne dayîn gihandina qewetên xwe yên sîyasî, leşkerî û aborî ye.”
Parlamenterê Mêrsînê yê HUDA PARê Faruk Dînç derheqê şehadeta serokê HAMASê Îsmaîl Henîyye de axivî û got ku sîyonîstên îşxalker zen dikin ku ew bi şehdîkirina Îsmaîl Henîyye ew ê ev doza wî biqede.
Bi munasebeta salvegera şehadeta Şehîd Sacît li Salona Amfîya Şanoya Parka Navendî ya Edeneyê bernameya bîranînê hat lidarxistin.
Nerazîbûnên li dijî beşdarbûna rejîma dagirker a Lîstikên Olîmpiyatê yên Navneteweyî dewam dikin. Serokê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê mijarê de daxuyanî da.
Veri politikasındaki amaçlarla sınırlı ve mevzuata uygun şekilde çerez konumlandırmaktayız. Detaylar için "çerez politikasını" inceleyebilirsiniz.