Euro

37,1205

Dolar

34,2569

Altın

3.012,30

#huda par

huda par haberleri sayfasında huda par hakkında son dakika haberler ve güncel bilgiler bulunmaktadır.

Wekîlê Serokê Giştî yê HUDA PARê Yilmaz: Tu ferqa zimanê ku di çapemenîya Tirkîyeyê de tê bikaranîn ji zimanî îbranî tuneye

Wekîlê Serokê Giştî yê HUDA PARê Halef Yilmaz destnîşan kir ku divê sazîyên Tirkîyeyê zimanê ku derheqê Filistînê de bikartînin terk bikin û bang li hikumetê kir weha got, “Divê mitleqe baregehên Kurecîk û Încîrlîkê bêne girtin, têkilîyên dîplomatîkî û bazirganî bi lez û bez bêne dawîkirin.”

HUDA PAR: Divê bi lez li dijî işxalker û fînansorên wan dest bi hereketê bê kirin!

Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Şahzade Demîrê ku li TBMMyê civîna çapemeniyê li dar xist der barê êrîşên terorê yên ku ji teref siyonîstan ve tên kirin de wiha got: "Divê were zanîn ku ev êrîşên ku ji ber bêdengiya şermê ya alema Îslamê gav bi gav wê berfireh bibe û ger demildest neyê sekinandin wê agir bi tevahîya herêmê bixin û berdêla bêdengiyê wê pir giran be."

Parlamenterê HUDA PARê Ramanli derheqê makeqanûna nû de axivî

Parlamenterê Êlihê yê HUDA PARê Serkan Ramanli ji bo çend zîyaretan hat Wanê, di daxuyanîya ku derheqê nîqaşên makeqanûna nû de têne kirin de weha got, “Êdî ew ê ev milet bi makeqanûneke ku layiq e û heq dike re xwe nas bike. Ew ê ev sîstem bi makeqanûnî jî bê rastkirin.”

Berdevkê HUDA PARê Ramanli: Ger ku di makeqanûnê de îradeya derbevanan bê esasgirtin îradeya xelkê tune tê hesibandin

Berdevk û Parlamenterê Êlihê yê HUDA PARê Serkan Ramanli weha got, “Divê di pêvajoya çêkirina makeqanûnê de îradeya xelkê esas bê girtin. Desthilatdarî bê şert û merc yê miletê ye. Di meseleya çêkirina makeqanûnê de ger ku îradeya derbekaran bê esasgirtin, tê vê maneyê ku îradeya xelkê tune tê hesibandin.”

HUDA PAR: Sedema polîtîkayên ku bi îftîrayan li dijî partîya me têne kirin sekina me ya li hember wehşetîya sîyonîstan e!

Ji teref Navenda Giştî ya HUDA PARê ve derheqê rojeva hindir û derve de nirxandina partîyê hat belavkirin.

Li Rihayê bi xebatên HUDA PARê malbatên neyar li hev hatin

Li navçeya Curnê Reş a Rihayê malbatên Ozel û Yuksekyayla yên ku ji berê ve di navbera wan de neyartî hebû, bi xebatên Komîsyona Lihevanîtina navçeya Curnê Reş a HUDA PARê li hev hatin û di navbera xwe de aştîyê îlan kirin.

Yapicioglu: Li ser Narîn Gûran Îslam û dîndaran hedef digrin

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu, destnîşan kir ku hinek sazî û mirov li ser Narîn Gûrana ku wê qetilkirin hem Îslam hem jî dîndaran hedef digrin.

Ji HUDA PARê bi minasebeta salvegera Derbeya 12ê Îlonê peyama "Serpelan"

HUDA PARê bi wesîleya salvegera Darbeya 12ê Îlonê peyamek weşand û ev wisa got, “Dema ku darbekarên 12ê Îlonê di danezana xwe de li dijî kevneparêzan şer îlan kirin, Piştî dîmenên serpêlan şûr dikişandin, ji teref hezkiriyên derbeyê hedefkirina terîqetan, nîşan dide ku zîhniyeta faşîst a 12ê Îlonê dewam dike.”

HUDA PARê, bi sedan hesabên ku partîya wan bi derewan hedef girtine da mehkemê

Serokatîya Karên Hiqûq û Mafên Însan a HUDA PARê, daxuyand ku ew bi sedan hesabên ku partîya wan bi derewan hedef girtine da mehkemê.

HUDA PARê: Êrîşên li dijî partîya me têne kirin ji navenda rejîma îşxalker a sîyonîst ve tê îdarekirin!

Berdevkê HUDA PARê Serkan Ramanli weha got, “Navendên manîpulasyon a sîyonîstan navê xwe veşêr nadin û peyamên ku armanc dike HUDA PARê reş bike davêjin, heman peyam jî ji teref derdorên Kemalîst û çepgiran û hesabên ku nêzê PKKê ne ve jî hatine parvekirin, ev jî careke din nîşan dide ku ev îftîrayên alçaxî bi şekleke organîzeyî tê kirin.”

Gerçeklerden HABERDAR OLMAK İÇİN
BİZİ TAKİP EDİN

Çerez Politikası

Veri politikasındaki amaçlarla sınırlı ve mevzuata uygun şekilde çerez konumlandırmaktayız. Detaylar için "çerez politikasını" inceleyebilirsiniz.