Euro

37,0439

Dolar

34,2292

Altın

3.019,76

haberler
KURDÎ

Parlamenterê HUDA PARê Dînç: Ew zen dikin ku bi şehdîkirina Îsmaîl Henîyye ew ê ev doz biqede

Parlamenterê Mêrsînê yê HUDA PARê Faruk Dînç derheqê şehadeta serokê HAMASê Îsmaîl Henîyye de axivî û got ku sîyonîstên îşxalker zen dikin ku ew bi şehdîkirina Îsmaîl Henîyye ew ê ev doza wî biqede.
  • Ekleme: 01.08.2024 17:18 Güncelleme: 01.08.2024 17:18
Ahmet Bilal Damar
Parlamenterê HUDA PARê Dînç: Ew zen dikin ku bi şehdîkirina Îsmaîl Henîyye ew ê ev doz biqede

Serokê Polîtîqayên Ciwanî û Parlamenterê Mêrsînê yê HUDA PARê Faruk Dînç ji ÎLKHAyê re derheqê êrîşên li dijî Libnanê û şehadeta Îsmaîl Henîyye de axivî û weha got, “Çûndina (şehadeta) Henîyye me ziîf nekir, ew ê me qewettir bike.”

Dînç di axavtina xwe de weha got, “Îsmaîl Henîyye ji teref îşxalker û qirkeran ve hat şehîdkirin. Ji teref îsraîla ku ti qural û qaîdeyek nasnake ve hat qetilkirin. Îsmaîl Henîye bes serokê HAMASê nebû, Îsmaîl Henîyye wijdana hemû însanîyet û civakê ye. Ew egîdekî ku ji bo însanîyetê micadeleyê dikir bû.”

Dînç di dawîya axavtina xwe de weha got, “Ew difikirin ku bi qetilkirin û şehadeta Îsmaîl Henîyye ev daw û doz bi dawî dibe. Ew difikirin ku dawa Filistînê ya meşrû û heqdar wê bi dawî bibe. Tu carî tiştekî wiha tuneye û wê nebe jî. Ji niha û pê ve em hemû endam û mensûbên HAMASê ne. Em hemû mucahîdên Îsmaîl Henîyye ne. Înşallah çi ji destê me bê em ê bikin û em ê bidomînin. Çûyîna Îsmaîl Henîyye me zeîf nekir, wê me bihêztir bike û hê zêdetir bike. Emê bi hevdu re bibin perçîn. Bi Îzna Xwedê e wê rojekî were û Quds azad bibe. Filistîn azad bibe. Li ser rûyê erdê sîyonîzm nemîne.”

Son Eklenenler

Çok Okunanlar

Çerez Politikası

Veri politikasındaki amaçlarla sınırlı ve mevzuata uygun şekilde çerez konumlandırmaktayız. Detaylar için "çerez politikasını" inceleyebilirsiniz.