Krîza ku ji ber pîreka êsîr a bi navê Arbel Yehuda ku di tura duyemîn de di pevguhertina êsîran de nehatîye serbestberdan dest pê kiribû çareser bû.
Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Qeterê Macîd El-Ensarî, diyar kir ku di herdu alîyan de jî mitebeqet hatîye kirin.
Li gorî vêya ew ê roja pêncşemê pevguhertineke nû bê kirin. Di vê pevguhertina vê êsîrê de Arbel Yehud, Agam Berger û îşxalkerekî dinê jî bêne serbestberdan. Roja Şemîyê jî ew ê 3 êsîrên îşxalker bêne serbeserberdan.
Bi tevî çareserkirina krîzê bi hezaran Filistînî li gorî seatên Tirkîyeyê di seat 07.00an de ji başûr derbasû bakur bûn.
Berdevkê artêşa rejima sîyonîst Avichay Adraee, diyar kir ku Filistînîyan dikarin ji Korîdora Netzarîma ser Ceddeya er-Raşîdê derbasî bakur bibin.
Bi hezaran Xezzeyê, niha diçin bakurê, vedigerin malên xwe.