KURDÎ

Fitira sala 2025an diyarî bû

Sazîya Bilind a Karên Dîn ê Serokatîya Karên Dîyanetê, fitira vê salê 180 Lîreyî eşkere kir.

Fitira sala 2025an diyarî bû

Sazîya Bilind a Karên Dîn ku di bin serokatîya Abdurrahman Haçkali de civîyan, berdêla fitira sala 2025an daxuyand.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de weha hat gotin:

“Li gorî hedîsên ku derheqê meseleyê de hatine gotin; me şertên jiyana aborî ya mewcûd û lazimatîya mirovekî ya ji bo rojekî da ber çavan û heqê fitira meha Remezanê ya sala 2025an heta sala 2026an bi 180 Lîreyî qerar da. Welatîyên me fitirên xwe dikarin bi peretî jî û dikarin qasê wê pereyê zexîre bistînîn û bidin. Ev 180 Lîreya ku me diyar kirîye ji bo fîdyeya rojane ya rojîyê jî derbas dibe.”