KURDÎ

Ensarullah bi fuzeyên hîpersonîk cîhekî leşkerî ya sîyonîstan hedef girt

Tevgera Ensarullahê Yemenê, daxuyand ku ew ji cîhên leşkerî yên sîyonîstan ku di axên Filistîna îşxalkirîye de re bi fuzeyên hîpersonîk hedef girt.

Berdevkê Husîyan Yahya Serî, di daxuyanîya ku belav kir de îfade kir ku ew cîhekî leşkerî ya li herêma Yafaya axên îşxalkirî bi fuzeya hîpersonîk a bi navê “Filistîn 2”yan operasyonek li dar xistine.

Serî destnîşan kir ku operasyon gihaştîye hedefa xwe, Serî îfade kir ku heta sîyonîstan êrîşên xwe yên li dijî Xezzeyê nedin sekinandin wê operasyonên ewakî berdewam bikin.

Di dema operasyona Ensarullahê de li Tel Avîvê dengê sîrenan hatin bihîstandin.