KURDÎ

Ebû Zuhrî: Tehdîdên Trumpê me natirsîne

Endamê Biroya Sîyasî ya HAMASê Samî Ebû Zuhrî, derheqê tehdîdên Donald Trump ku li ser berxwedana Xezzeyê û Hamasê kir de, destnîşan kir ku van tehdîdên bêtesîr in û tu êsîrekî îşxalker jî bê peyman nayên serbestberdan.

Ebû Zuhrî, di daxuyanîya xwe ya ku da de, derheqê tehdîdên Trumpê ku ji bo serbestberdana êsîran ji HAMASê re ultîmatomê dabû de axivî.

Zuhrî destnîşan kir ku tehdîd û gotinên Trumpê bêqîmet in û got, “Divê tehdîdên her cure, ji wan kesên ku li gorî peymanê tevnagerin re bê kirin, ji yên ku girêdayê peymanê re ne neyê kirin.”

Ebû Zuhrî dûre bal kişand ku HAMAS bi peymanê re girêdayî ye û ew ê vê rêya xwe jî bi biryarî bidomîne. Zimanê tehdîdê wan natirsîne lê ew ê tenê pêvajoyê tevlîhev bike.

Samî Ebû Zuhrî diyar kir ku tu êsîrek wê bê peyman neyê serbestberdan.