KURDÎ

Derheqê 9 şaredarîyên CHPê de tehqîqata "Terorîzmê" hat vekirin

Di îddîanameya "lihevhatina bajaran" a ku li Stenbolê der barê 9 şaredarîyên CHPyê da hat amadekirin da ji bo 10 şikdaran ku di nav wan da Wekîlên Şaredarên Kartal û Ataşehîrê jî hene heta 15 salan cezayê hepsê tê xwestin.

Îddîanameya ku Serdozgerîya Komarê ya Stenbolê di çarçoveya lêpirsîna "terorê" ya derheqê 9 şaredarîyên CHPyê da amade kiribû ji aliyê dadgehê ve hat qebûlkirin.

Di îddîanameyê de ji bo 10 şikdarên ku di nav wan de Alîkarê Şaredarê CHPê yê Kartalê Cemalettîn Yuksel û Alîkarê Şaredarê Ataşehîrê Lîvan Gur jî hene ji 7,5 salan heta 15 salan cezayê hefsê tê xwestin.

Di çarçoveya lêpirsînê de meha borî endamên meclîsa şaredariyê yên Ûskudar, Sancaktepe, Fatîh, Tuzla, Adalar, Şîşli û Beyoglu jî hatibûn girtin. Kesên şikdar ji ber têkiliya wan bi PKKê re tên xwestin bên cezakirin.

Di îddîanameyê de balê dikişîne ser pêvajoya "lihevkirina bajaran". Li gorî dozgeriyê, şîkdaran di hilbijartinên herêmî yên 2024an de bi bicihkirina kesên girêdayî PKKê di meclîsên şaredarîyan de armanca rêxistinê zêde bikin û çavkanîyên aborî peyda bikin.

Rûniştina dozê dê li 23yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bê dîtin.