KURDÎ

Danişîna duyemîn a doza qetilkirina Narîn Gûran dest pê kir

Danişîna duyemîn a doza ku 4 bersûcên ji ber qetilkirina Narîn Gûran a 8 salî ya li Dîyarbekirê tên darizandin bi cezayê muebbetê yên giran tên darizandin dest pê kir.

Danişîna duyemîn a doza qetilkirina Narîn Gûran a 8 salî ya ku cenazeyê wê di 21ê Tebaxê de li navçeya Rezan a Dîyarbekirê li Çemê Egertutmazê hat windakirin li 8emîn Dadgeha Cezayê Giran a Dîyarbekirê dest pê kir.

Dayika Yuksel Gûran, birayê Enes Gûran, apê Salim Gûran û cîranê wan Nevzat Bahtiyar ên di çarçoveya dozê de girtî ne, bi îddîaya "Bi qestî kuştina zarokê" tên darizandin.