KURDÎ

Xeberên ku di çapemenîya îşxalê de derdixevin asta qirkirinê dide ber çavan

Tevgera Berxwedana Îslamî (HAMAS), îfade kir ku îtîrafên ku rojnameya Haaretzê de hatine weşandin, "delîlên nû yên sûcên şer ên nedîtî û tasfiyekirina etnîkî ya tam in."

Efserekî ku ji rojnameya Haaretzê de axivî weha got, "Di navbera tîmên artêşa îsraîlê de di kuştina Filistîniyên li Xezzeyê de pêşbazî û reqabet heye."

Di nûçeya rojnameyê de hat gotin ku efserê "li herêma Netzarimê" ya li Xezzeyê diyar kir ku "reftarên artêşê yên li Xezzeyê wek milîsên çekdar bû û dema leşkeran bêyî ku goh nedin tu qanûn û fermanekê dema sivîlan dikujin tevdigerin." "

Efser got, "Ev kuştin bi gelemperî sivîlên asayî dikin armanc. Emir ji me re hat dayîn ku em wêneyên kesên hatine kuştin bişînin, û me wêneyên 200 kesan şandin, ku tenê 10 ji wan endamên HAMASê ne."

Rayedar got, "Li bakurê herêma Netzarim a Xezzeyê xeta bi navê 'xeta laş' heye û gelê Xezzeyê jî pê dizane. Piştî ku li Netzarimê gule li Filistîniyan reşandin, cenaze ji bo kûçikan tên hiştin."

Çavkanîyên tenduristî ragihandin ku "Hê jî bi sedan termên şehîdan di nav wan de jin û zarok hene, li kolanên herêmên Cibaliya, Beyt Lahiya û Beyt Xanûna li bakurê Xezzeyê têne dîtin û sivîlên ku hewl didin van cenazeyan hilgirin ji teref balafirên bêînsan ve têne hedefgirtin."