Temsîlkarî li ser Kolana Şehîtlîkê ya li Taxa Hurrîyetê hat vekirin. Bernameya vekirina temsîlkarîyê bi tîlaweta Quranê dest pê kir û bi axavtina Alîkarê Serokê Giştî yê Weqfa Yetîman Cahît Cemîl Unsal berdewam kir.
Unsal di axavtina xwe de got ku ji ber vekirina temsîlkarîya li Hezroyê ew kêfxweş in û dûre wiha li axavtina xwe zêde kir: “Divê bes bi nezereke maddî li meseleya wan kesên êtîm û sêwî neyê mêzekirin. Lewra îxtiyaca wan zarok û malbatên sêwî û yetîm bi mistanê jî heye. Her wisa îxtîyaca wan bi ziyaretkirinê, xwedîderketin û gotinên xweş jî heye. Ev yek li ba Xwedê tiştekî gelekî bi qedr û qiymet e. Ji ber vê yekê em ji vê yekê mesûl e. Xweda vê yekê bike wesîleya xêr û bereketê.”