Phîlîppe Lazzarînîyê Komîserê Giştî yê Ajansa Avadanî û Alîkarîyê ya Penaberên Filistînî ya li Rojhilata Nêz a Neteweyên Yekbûyî derbarê mijarê de got ku rewşa mewcûd her ku diçe xirabtir dibe û wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Li Xezzeyê birçîbûn ji teref îsraîlê ve wek çek û sîleh tê bikaranîn. Lê mixabin ev yek ne xala ecêbmayînê ye. Lewra muhtemele e li bakurê Xezzeyê xela rabe. Ew alîkarîya ku derbasî Xezzeyê dibe pir hindik e.”
UNRWA: Birçîbûn ji teref îsraîlê ve wek çek tê bikaranîn
Ajansa Avadanî û Alîkarîyê ya Penaberên Filistînî ya li Rojhilata Nêz a Neteweyên Yekbûyî derbarê geşedanên dawî yên li Xazzeyê de got ku birçîbûn ji teref îsraîlê ve wek çek tê bikaranîn.
Bunlar da ilginizi çekebilir