Sîyonîstên ku êrîşên xwe yên li dijî Xezzeyê zêde kirine, Filistînîyên ku li çar taxên Xezzeyê dijîn mecbûr dihêle ku malên xwe terk bikin.

Berdevkê artêşa qaşo îşxalkeran Avichay Adraee, li ser hesaba xwe ya Xê peyamek belav kir, di peyamê xwe bang li Filistînîyên li taxên Şûcaîye, Cedîde, Tirkmen û Zeytuna rojhilata Xezzeyê dijîn kir ku bila malên xwe terk bikin.

Adree destnîşan kir ku rejima sîyonîst wê li dijî herêmê êrîş bide destpêkirin, berîya vê peyamê ji bo 9 taxên dinê jî ev hişyarî hatibû dayîn.

Kaynak: İLKHA