KURDÎ

Siyonîstên îşxalker li Beyrûtê apartmanekê bombe kirin: 11 birîndar

Li Beyrûta paytextê Lubnanê, di êrîşa artêşa îşxalker a li dijî avahiya ku sivîl lê diman, 11 kes birîndar bûn.

Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku, balafirên şer ên rejîma îşxalker li taxa Dahiye li başûrê Beyrûtê avahiyek a ku sivîl lê diman kirin hedef.

Di encama êrîşan de heta niha 11 kes birîndar bûn, li derdorê jî xisareke mezin pêk hat.