Şewat, doh di seat derdorê 23.00an de di navbera gundên Şebê û Melebiyê de derket.
Şewata ku ji ber çi derketîye nayê zanîn, bi tesîra bayê mezin û belav bû.
Li ser xeberdayîna mirovên derdorê ji cîhê bûyerê re ekîbên îtfaîye û Midurtîya Daristanê hatin sewqkirin.
Piştî midexeleya bi 2 seatan şewat hat vemirandin.
Derheqê sedema derketina şewatê de tehqîqat hat destpêkirin.