Yapicioglu ku bi gelê herêmê re hat cem hev derheqê bûyerên sîyasî û civakî ên ku bi taybetî di nav sala dawîn de çêbûne de peyamên muhîm da.

Yapicioglu di zîyareta xwe ya herêmê de malbatên ku li ber Serokatîya Bajarê Dîyarbekirê yê HDPê ji bo zarokên xwe yên ku çûne serê çîya nobedê digrin jî zîyaret kir û li vê derê bi malbatan re axivî.

Piştî zîyareta malbatan Yapicioglu çû navçeya Sura dîrokê û di kolanên dîrokî de bi dikandaran re hat cem hev, piştre jî derbasî Ceddeya Gazîyê bû.

Yapicioglu li vê derê jî bi dikandaran re sohbetê kir û derheqê rewşa aborî, zehmetî û hêvîyan de agahîyan stand.

Lijneya Emrîkayê li Şamê bi serokatîya nû ya Şamê re hat cem hev Lijneya Emrîkayê li Şamê bi serokatîya nû ya Şamê re hat cem hev

Derheqê pirsgirêkan de pêşnîyarên çareserîyê jî Yapicioglu ji welatîyan re got û bi giştî hêvîyên dikandaran ên derheqê polîtîqayên hikûmetê de gohdar kir.

Dûre jî Yapicioglu çû Xana Hesen Paşayê û li vê derê bi dikandaran re axivî.

Yapicioglu di hevdîtina bi dikandaran re de jî, pêşnîyazên xwe yên çareserîyê û fikrên xwe yên derheqê siberoja Dîyarbekirê de anît ziman.

Kaynak: İLKHA