Piştî 7ê Cotmeha sala 2023an ku êrişên ser Xezzeyê dest pê kirin, îxlalkirinên mafên mirovan ên wekî "tundî, îşkence, lêdanên dijwar û birçîhiştin" li dijî Filistînîyên di zindanên rejîma îşxalker a sîyonîst de zêde bûne.
Di daxuyanîya nivîskî ya ku ji teref Komeleya Girtiyên Filistînê ve hat belavkirin da hat destnîşankirin ku ji sala 1967an vir ve 291 Filistînî li girtîgehên rejîma sîyonîst û navendên bi navê binçavkirinê şehîd bûne.
Hat diyarkirin ku ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve 35 jê ji Xezzeyê 54 Filistînî di zindanên rejîma îşxalker de şehîd bûne.
Di rapor û daxuyanîyên ku berîya niha ji teref Komeleya Girtiyên Filistînî û Heyeta Girtî û Azadkirî ya girêdayî Rêxistina Rizgariya Filistînê (PLO) ve hatibûn weşandin de hat diyarkirin ku Filistîniyên di girtîgehan de rastî sûcên giran ên wekî "Tundî, îşkence, lêdana giran, birçîbûnî, heqaret, îhmal, tacîz û tehdîdên dibin." Ev jî nîşan dide ku îxlalkirinên mafên mirovan her ku diçe zêde dibe.
Tê diyarkirin ku di encama îşkence û muameleya xerab de bi sedan girtî birîndar bûne.